Pompeo wiha dewam kir: Serokomarê Tikiyê, Rûsyayê û Îranê li Enqerê civîn ku Sûriyê ji xwe leva bikin.
Mike Pompeo beşdarî komîteya karên derve yên Amerîkayê bû. Endamê Demokratan yê bi navê Bob Mendez wêneyê Putin, Erdogan û Ruhanî îşaret kir û got ku Muttefîkê NATOyê s-400 ji Rûsya dikire û bi Kurdan re şer dike ku me û Kurdan bi hev re IŞÎD têk biribû. Ka bêjin Amerîka li kû dera vî wêneyî ye?
Pompeo wiha bersiv da Mendez: Ew ji xwe li wir in ku Sûriyê ji xwe re parve bikin. Piştî ku Tirkiye kete Efrînê, rewş aloztir bû.