Pûtîn li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: Em aliyekî bi yê din naguherin

Serokê Rûsyayê diyar kir ku ew dixwazin di pêşxistina pêwendiyên Hikûmeta Sûriye û Rêveberiya Xweser de hevkariyê bikin.

06.10.2023, Cum - 06:59

Pûtîn li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: Em aliyekî bi yê din naguherin
Nuçe Belav bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di civîna Klûba Valday a Navneteweyî ya ku li Soçiyê de pirsên li ser rojevê bersivand.

Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, Akademîsyen Dr. Mihemed Îhsan di bersiva pirsa de behsa siyaseta welatê xwe ya derbarê Îraq û Rojavayê Kurdistanê de kir.

Pûtîn diyar kir ku ew parçeyek ji pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê ne û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêvajoyê dimeşînin û got:

“Em nikarin aliyekî bi yê din biguherînin, tenê em dikarin rê li ber avakirina Sûriyeyê vekin.

Em dikarin jîngeheke diyalogê ji bo hemû aliyan vekin. Di rastiyê de hemû alî piştgiriya vê rêyê dikin.”

Pûtîn li ser pêwendiyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê jî got:

“Em amade ne ji bo avakirina baweriyê di navbera hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û Kurdên ku li rojhilatê wî welatî dijîn de gavan bavêjin.

Ev pêvajoyeke tevlîhev e. Ez hewl didim ku li vir pir bi baldarî biaxivim ji ber ku her peyv girîng e.”

Pirsa Mihemed Îhsan û bersiva Pûtîn:

Mihemed Îhsan: Ez gelek şerefmend im û ji bo min derfeteke mezin e ku li vê derê û rasterast guh didim we birêz Putîn. Ez bala we hinekî dikişînim ser Rojhilata Navîn li şûna Ukraynayê, dadperwerî û sîstema navdewletî. Ez xelkê Îraqê me. Di demeke nêzîk de Serokwezîrê Îraqê serdana Moskowê dike û bi dîtina min tu dê jî rûbirû ligel bicivî.

Niha gelek pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Di heman demê de Rosneft û Gazprom pereyekî gelek mezin li Îraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê veberanîn kiriye. Gelo tu di wê bawerê de yî derfeteke te hebe ku alîkariya herdû aliyan bikî danûstandinên zêdetir bikin daku bi awayekî aşitiyane pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û alîkariya zêdetir bidin wan.

Ji ber ku aliyên din ên navçeyê dixwazin petrola zêdetir bi agirê milmilaneyê de bikin û aloztir bikin. Pirseke din heye dixwazim behs bikim. Niha em di dawiya sala 2023an de ne. Bi dîtina te dema wê nehatiye ku tu bixwe alîkariya hemû aliyên Sûriyê bikî.? Di nav wan de aliyên hikumetê, aliyê Kurdî, hêzên herêmî û hêzên din yên navçeyê daku ew milmilane bi dawî bibe. Ji ber ku bi hezaran Sûrî derbider bûne û li welatên din rûbirûyî rewşeke zehmet dibin. Di demekê de ti çareseriyeke aşitiyane û ti asoyek bo wê milmilaneyê nîne. Bi baweriya min ji bilî te kes nikare vê yekê bike. ji ber ku piraniya aliyên milmilaneyê rêzê li Rûsyayê û Serok Putîn digirin û we peywendiyeke baş ligel wan heye. Bi nêrîna min dema wê hatiye ku hûn ne detswerdanê lê navbeynkariyê di navbera wan de bikin.

Vladimir Pûtîn: Te got ku heta aliyên dijberên milmilanê li çend welatên Rojhilata Navîn, Sûriyê jî di nav de, rêzê li me digirin. Ez dikarim ji te re bibêjim, ji ber ku em rêzê li hemûyan digirin. Di derbarê Sûriyê de jî, em beşek in ji pêvajoya aştiyê.

Em proseyê di bin çavdêriya NY de birêve dibin, em nikarin aliyekê bikin cihgirê aliyeke din. Em tenê dikarin atmosferekê ji bo diyalogê çêkin, ew jî eger ji aliyê hemû aliyan ve were pejirandin, em dikarin wek garantor kar bikin ji bo rêkeftina di navbera wan de, tevî hevkarên me yên din ên tevlî proseyê bûne, mebesta min Îran û Tirkiye ku beşekin ji danûstandinê Astanayê.

Em li ser vê yekê berdewam bûn û bandorek erênî û pir bi destkeft hebû, di nav de agirbest û afirandina jîngeheke guncaw ji bo pêvajoya aştiyê. Me bi hevre li gel hevkarên xwe û bi niyetpaqijiya serkirdayetiya Sûriyê ev kare kir. Bêguman hêjî gelek kar mane em bikin. Bi baweriya minew destwerdanên derve yên hene, herwiha ji bo armancên xwe hewl didin nîvdewletekê ava bikin, ti encameke baş nabe. Guheztina cihê eşîrên ereb ên ku berê li hin navçeyên diyarkirî dijiyan, ji bo avakirina vê nîvdewletê, mijareke tevlihev e û tenê dê bibe sedema dirêjbûna milmilanê.

Tevî vê yekê em amade ne beşdarbin ji bo zêdekirina baweriyê di navbera hikûmeta navendî ya Sûriyê û Kurdên li rojhilatê wî welatî dijîn. Ev proseyeke tevlihev e. Ez hewl didim ku li vir pir bi hişyarî biaxivim, ji ber ku her peyv girîng e. Ev ya yekem e, ya duyem, eger em behsa Îraqê bikin, pêwendiyên me yên pir baş ligel Îraqê hene û em pêşwaziyê li serdana serokwezîrê Îraqê bo Rûsyayê dikin.

Rast e gelek warên berjewendiya hevpar hene, berî her tiştî di warê enerjiyê de, lê di aboriyê de wareke din a girîng heye, ew jî peywendiyên lojîstîkê e. Ez zêde naçim nava hûrgiliyan de lê em dizanin ku gelek bijarde hene ji bo pêşxistina zincîra lojîstîk, veguhestin û rêyên bo nav Îraqê, ev hemû guncawin.

Divê em projeyên herî baş hilbijêrin, û em amade ne ku beşdarî wan projeyan bibin. Serokwezîr dê bête vir û emê kêfxweş bin ku em hemû van mijaran bi wî re gotûbêj dikin, di nav de asayîşa navçeyî û ewlekariya navxweyî ya Îraqê. Bo dema çendîn dehan salan me piştgirî daye têkiliyên bihêz û pêbawer yên bi Îraqê re, li wir gelek dostên me hene û em hesreta aramiya wî welatî dikin. Li ser bingeha ew aramiya, aborî û warê civakî jî dikare pêş bikeve. Em li hêviya serdana serokwezîr in û ez bawer im dê serdanek pir berhemdar be û dê di demek pir guncan de bê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x