Piştî şerê heft salna êdî ji bo Sûriyê pêvajoya siyasî tê axaftin. Amerîkayê jî ji bo makezagoneke nû, teklîfeke bi 12 madeyan amade kiribû. Niha ev teklîf di nava Kurdan de jî tê nîqaşkirin.
Ji bo makazagona Sûriyê, êdî hêdî hêdî gav têne avêtin. Hefteya bûrî Nûnerê Netewên yekbûyî Staffan de Mistûra li Cenîwê civînek pêk anî. Amerîkayê jî di civînê de teklîfeke berfirek kir.
Amerîkayê xwest ku li Sûriyê, rêvebiriyeke nenavendî were avakirin û di komîsyona makezagonê de divê nûnerên Kurdan jî hebin.
Li ser vê teklîfê, PYDê jî nêrîna xwe parve kir. Hevseroka Qantona Efrînê Hêvî Mistefa got ku em li teklîfa Amerîkayê erênî dinêrin.
Mistefa wiha dewam kir: “Ji bo ku şer bi dawî bibe, teklîf ji kê werin, em destek dikin. Me baş dît ku bi şerr û kuştinê tiştek nayê çareserkirin. Heta niha li Cenîwê û li Astanayê hinek civîn hatin kirin, lê bi ser neketin. Lewra di van civînan de cih nedane Kurdan. Em wekî gelê Kurd, aliyekî Sûriyê yê girîng in. Kîjan civîn dibe bila bibe, ku em têde tune bin, ew bi ser nakeve. Muheqqeq di teklîfa Amerîkayê de hinek kêmasî hene, lê belê ji ber ku cih dide Kurdan jî em erênî dibînin.”