PYDê û rêjîma Esed di navendeke leşkerî de civînek pêk anîn

Ala Sûriyê vê di şeş navçeyîn Kurdistana rojava de bêhildan

12.02.2017, Paz - 07:16

PYDê û rêjîma Esed di navendeke leşkerî de civînek pêk anîn
Nuçe Belav bike

Rayedarên PYDê di navendeke leşkerî ya Rûsyayê de, li gel nûnerên rêjîma Esed civînek pêk anîn û li ser vê yekê lihevkirin ku di şeş deverên ku di destên PYD(Partiya Yekitiya Demokratîk)dene ala rêjîmê bêhildan.

Li gor nûçeya ajansa Anadola Tirkî, rêjîma Esed û PYDê hewla rêgirtin li berdewambûna operasyona Mertala Feratê didin.

Ajans diyar dike ku PYDe çaveriye ku piştî rizgarbûna Babê operasyona Mertala Feratê bera xwe bide wan ji bo vê yekê li dijî vê operasyonê li gel Esed lihev dikin û tedbîrên xwe digirin li hemberî vê yekê.

PYD li vê yekê ditirse ku piştî rizgarkirina Babê operasyon bera xwe bide Minbicê û bajarê Ezazê, ji ber vê yekê jî, berpirsên PYDê li gel nûnrên rêjîma Esed di navenda leşkeiya Rûsyayê di parêzgeha Laziqiyê de civin pêk anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:44:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x