Qamişlo: Di Roja Ala Kurdistanê de tekezî li yekrêziya Kurdî hat kirin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi beşdariya welatî, çalakvan û siyasetmedaran Roja Ala Kurdistanê li Qamişlo bi çalakiyekê pîroz kir.

18.12.2023, Pts - 11:23

Qamişlo: Di Roja Ala Kurdistanê de tekezî li yekrêziya Kurdî hat kirin
Nuçe Belav bike

Serkirdeyên ENKSê Ala Kurdistanê bi sembola kurdayetiyê binav dikin û dibêjin, bîranîna ENKSê ji vê rojê re nîşana girêdana wê bi projeya neteweyî ya Kurdî ve ye.

Cîgirê Serokê ENKSê Silêman Oso ji K24ê re got: “Ala Kurdistanê, sembola Kurdayetî û gelê Kurd e. Bi hezar Pêşmerge ji bo wê şehîd bûne. Emê her wefadar bin ji doza miletê xwe re û berevaniyê di ber mafên miletê xwe li Kurdistana Sûriyê de bikin. Emê bi xurtî berevaniyê di ber dadperweriya doza Kurdî de bikin ta ku mikurhatineke destûrî li mafên wî bê kirin.”

Beşdarên çalakiya ENKSê dibînin ku Roja Ala Kurdistanê derfetek e da ku aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yekhelwest û yekrêz bin û kar ji bo xizmeta pirsa Kurdî bikin.

ENKS salene li seranserî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanî Roja Ala Kurdistanê pîroz dike û çalakiyên curbicur birêve dibe, lê gelek caran ew çalakî rastî astengiyan tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x