Berpirsê Karûbarên Derve yê Kantona Cezîrê li Rjavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Umer got, tîkiliyên wan û Amerîka berdewam in û bi awayekî berdewam Amerîka piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser dike.
Berpirsê Karûbarên Derve yê Kantona Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Umer dibêje, ti guhertin di têkiliyên navbera Quwetên Sûriya Demokratîk (QSD) û Amerîka de çê nebûne û piştevaniya Amerîka ji Rêveberiya Xweser û hêzên wan re berdewam dike.
Di devama gotinên xwe de Ebdilkerîm Umer wiha got: “Em bawer dikin ku daxuyaniya Tirkiyê ne rast e, ti guhertinek di têkiliya di navbera Amerîka û Quwetên Sûriya Demokratîk de çê nebûye. Di heman demê de jî têkiliyên Amerîka bi aliyê siyasî re jî heye, çi Rêveberiya Xweser be yan jî Federaliya Bakurê Sûriyê û Encûmena Sûriya Demokratîk be.”
Tevî vê rewşa awarte û gefên êrîşkirinê, lê li tevahiya bazarên Rojavayê Kurdistanê, tevgereke asayî tê dîtin, dibe ku di nav her malekê de behsa mijarên herî mezin bê kirin, lê di dawiya dawiyê de, ev xelk li benda biryarên welatên herî mezin e, ku bikaribin bi ewlehiyeke parastî jiyana xwe derbas bikin.