Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku her êrîşeke Tirkiyê dê herêmê ber bi karesateke mezin ve bibe. Herwiha Rêveberiyê Xweser dibêje eger Tirkiyê êrîş bike ew dê mafê parastina rewa bi kar bîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî gefên Tirkiyê yên bo operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate amajekirin ku rolek girîng di parastina ewlehiyê herêman de lîstin û hewldanên parçekirina Sûriyê yan jî parçekirina yekitiya civakê qebûl nekirin, metirsiyên wan li ser ewlehiya dewletên cîran tine, berovajî wê yekê ew her tim hewla diyalogê didin.
Rêveberiya Xweser dibêje: “Me rolek bingehîn lîst û fedekariyên mezin da û bi hevsengiya Hevpeymaniya Navdewletî re DAIŞ şikand, zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê ji terorê rizgar kir. Me li şûna cîhana azad û mirovahiyê li hember hovantirîn rêxistinên terorîst di aliyê leşkerî û erdnîgarî de bi ser ketin. Têkoşîna me ya tunekirina şaneyên veşartî û misogerkirina ewlehiya herêmê berdewam in.”
Derbarê gefên êrişên Tirkiyê de Rêveberiya Xweser radgihîne: “Her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve dê ewlehiya herêmê xirab bike û xizmeta terorê bike, her wiha dê DAIŞê re bibe fersendeke da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di heman demê de dê ji girtiyên DAIŞ û çeteyên wê re bibe derfeteke ku birevin bi vê yekê dê xeteriyê li ser herêmê û cîhanê çêbikin.”
Rêveberiya Xweser bang li civak navdewletî dike û dibêje: “Em bang bi hemû saziyên wê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku ti êrîşan pêk neyne. Erdogan hêza xwe ji dûrxistina îradeya gelê me ji komîteya destûrî ya hatiye avakirin digire. Di heman demê de em banga li Yekitiya Ewropa, hêzên aktîv li ser erdê ku Hevpeymaniya Navdewletî di nav de ye dikin ku li hemberî gef û xeteriyên Tirkiyê bibe xwedî helwest.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser diyar dike eger Tirkiyê gefên xwe pêk bîne ew dê mafê parastina rewa pêk bînin.