Rêveberiya Xweser: Ji ber êrişa Tirkiyeyê 100 milyon dolar zerer gihiştiye Santrala Siwêdiyê

Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber êrişa Tirkiyeyê 100 milyon dolar zerar gihiştiye wêstgehên (santral) sotemenî, gaz û elektrîkê yên li navçeya Siwêdiyê ya Dêrika Hemkoyê.

10.10.2023, Sal - 10:44

Rêveberiya Xweser: Ji ber êrişa Tirkiyeyê 100 milyon dolar zerer gihiştiye Santrala Siwêdiyê
Nuçe Belav bike

Rêveberê Kargeha Gazê ya Siwêdiyê Endazyar Egîd Ebdulmecîd eşkere kir ku ji ber êrişa Tirkiyeyê 100 milyon dolar zerar gehiştiye wan û got:

"Ji ber êrişa Tirkiyeyê, li Kargeha Gazê ya Siwêdiyê 15 hezar galonên gaza malan kêm bûne."

Berpirsê Ofîsa Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Ristem jî ragihand ku Tirkiyeyê êrişî Kargeha Gazê ya Siwêdiyê kiriye.

Ziyad Ristem amaje pê kir ku ji ber van êrişan hemû santralên berhemanîna elektrîkê yên li Cizîra Rojavayê Kurdistanê xera bûne û êdî naxebitin.

Tirkiye ji 5ê vê mehê ve bi balafirên şer, dron û topxaneyan jêrxaneya petrolê, santralên kareba û avê û saziyên xizmetguzariyê bombebaran dike.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser, di encama van êrişan de piraniya sektora enerjiyê û saziyên xizmetguzariyê ji kar ketine.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x