Rêveberiya Xweser li ser Dêrezorê daxuyanî da: ‘Bi ti awayî nayê qebûlkirin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser aloziyên li Derezorê daxuyaniyek da.

30.08.2023, Çar - 11:20

Rêveberiya Xweser li ser Dêrezorê daxuyanî da: ‘Bi ti awayî nayê qebûlkirin’
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser da zanîn ku “Hinek alî dixwazin tevlîhevî û aloziyan çêbikin” û got:

“HSDyê di ber Dêrezorê û hemû navçeyên din de bi hezaran şehîd dane.”

Rêveberiya Xweser herwiha amaje pê kir ku wan yekser piştgirî daye ku xelk navçeyên xwe bi rê ve bibin.

“Rêveberiya Xweser aştiyê wekî ‘hêla sor’ dibîne”

Rêveberiya Xweser bal kişand ser tevgerên DAIŞê yên li herêmê û pê de çû:

“DAIŞê hewl da careke din xwe rêk bixe, gef li ser navçeyê çêkirin û bi rêya şaneyên xwe ewlehî xistiye metirsiyê.

Hinek aliyan jî xwestiye sûdê ji wê rewşê wergirin û krîzê kûrtir bikin lê Rêveberiya Xweser bi berdewamî xwestiye xizmeta navçeyê û xelkê wê bike.

Rêveberiya Xweser aştiyê wekî ‘hêla sor’ dibîne û pêwîst e hemû alî ji bo wê yekê bixebitin.”

Rêveberiya Xweser ragihand ku destê Tirkiyeyê di van bûyerên dawiyê de heye û destnîşan kir:

“Di çarçoveya rewşa ku navçeyên me tê re derbas dibe û hewlên Tirkiyeyê yên dijminane de HSDyê beriya çend rojan li navçeyên Dêrezorê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi nave Xurtkirina Ewlehiyê kir lê hinek aliyên ku piştgiriyê didin şaneyên DAIŞê hewl da aramiyê têk bidin.

Rêveberiya Xweser amaje pê kir ku “hinek plan û projeyên çêkirina fitneyê û tevlîheviyê” hene ku vê operasyona ewlehiyê wekî derfetekê dibînin.

Li aliyên din Rêveberiya Xweser anî zimên ku hinek angaştên bêbingeh têne belavkirin û armanca wan xerabkirina navê hêzên ewlehiyê ye.

“Mexapin”

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev plan xizmetê ji dijminan re dikin û bangî xelkê Dêrezorê kir ku “bi van planan neyên xepandin” û got:

“Aramanca operasyonê jî kontrolkirina ewlehiya navçeyê û garantîkirina rûmeta xelkê ye.”

“Bi ti awayî nayê qebûlkirin”

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe amaje bi hevkariya di navbera gelên herêmê û HDSyê de kir û got:

“Hinek alî hene ku dixwazin vê iradeyê bişkînin û careke din aloziyê çêbikin û ew dixwazin heqaretê li xelkê bikin.

Ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin û dê kar û xebat li dijî wan hewlan berdewam bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x