Rêveberiya Xweser: Vekirina ofîsên ENKSê dikare pêngavek be ji bo çêkirina baweriyê

Hevserokê Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin ku tu pirsgirêkên wan bi vekirina ofîsên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re tune ne û got eger pirsgirêk derkevin ew dikarin li Rêveberiya Xweser vegerin.

17.04.2019, Çar - 08:33

Rêveberiya Xweser: Vekirina ofîsên ENKSê dikare pêngavek be ji bo çêkirina baweriyê
Nuçe Belav bike

Hekem Xelo ji Rûdaw re got, berjewendiya ENKSê bi Rêveberiya Xweser re ye, ji ber vê yekê divê ew li xwe vegerin.

Xelo tekezî li ser vê yekê kir ku divê ENKSê helwesta xwe biguhere û got, ev yek giring e ji bo ku tevahiya hêz û aliyên Kurdî bibin xwediyê projeyeke serbixwe ji bo parastina herêmên Kurdî û herwiha ew jî beşdarî dîtina çareseriyekê ji bo rewşa Sûriyê bibin.

Hekem Xelo herwiha eşkere kir, eger ENKS ofîsên xwe veke, dibe ku ev bibe pêngavek ji bo avakirina baweriyê di navbera ENKSê û Rêveberiya Xweser de û nehiştina nakokî û pirsgirêkan.

Roja Yekşemiya vê heftiyê 13ê Nîsanê, Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriyê, ku yek ji partiyên endamê ENKSê ye, di nehemîn salvegera damezrandina xwe de, ofîsa xwe li bajarê Qamişloyê vekir.

PDK-Sê jî pêşwazî li vê pêngavê kiriye û Sekreterê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Ismaîl di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand, bi vekirina ofîsan karê wan baştir dibe.

Mihemed Ismaîl herwiha daxwaz kir ku bi vekirina ofîsên partiyên ENKSê re divê rê li ber azadiya karê siyasî jî li Rojavayê Kurdistanê bê vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x