Rewangeha Sûrî: Li Efrînê polîsên serbazî keçeke Kurd girtin

Li gundê Qasim ê ser bi navçeya Raco ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve keçeke Kurd bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtin.

17.01.2023, Sal - 15:45

Rewangeha Sûrî: Li Efrînê polîsên serbazî keçeke Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li gundê Qasim ê ser bi navçeya Raco ya Efrînê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve keçeke Kurd bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtine.

Hevdem polîsên serbazî ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd li gundê Bablît li gundewarê Efrînê bi tohmeta pêkanîna leşkeriya Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor zanyariyên ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, ji destpêka sala 2023an ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê 10 welatiyên Kurd ji herêma Efrînê girtine, yek ji wan jin e, 3 welatî ji gundê Kêla, 2 welatî ji gundê Dêrsiwanê û jinek ji gundê Şêxwîtka girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:27:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x