Rewşa ewehî û guhartina demografî li “Herêma Ewle” ya Tirkiye dixwaze ava bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yê ser bi wê ve, bi proseya guhartina demografî li herêmên Kurdî berdewam e û di 5 mehên îsal de jî 146 kes li herêmên Kurdî û herêmên din ên bakurê Sûrî yên di bin kontrola desthilata Tirkiyê de hatine kuştin.

13.06.2022, Pts - 11:52

Rewşa ewehî û guhartina demografî li “Herêma Ewle” ya Tirkiye dixwaze ava bike
Nuçe Belav bike

Di dema ku behsa egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve li Rojavayê Kurdistanê û proseya guhartina demografî “vegerandina koçberên Sûrî bo herêmeke ewle” tê kirin de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de lêkolîneke giştgîr derbarê rewşa ewlehî, kuştin, revandin. guhartina demografî, destdanîna ser mal û milkên xelkê û rûdanên din ên li wan herêmên ku di bin kontrola Tirkiye û grûpên çekdar de ne, belav kir.

Şer û pevçûn

Li gor raporta Rewangehê, ji destpêka îsal ve 146 kes li Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê û navçeyên din ên Sûriyê yên di bin kontrola desthilata Tirkiyê û grûpên çekdar de hatine kuştin, ji wan 57 sivil (ji nava wan 12 zarok û 4 jin in), 78 çekdar, 9 leşkerên Tirk, kesekî xwekuj û kesekî bênasname ne.

Her wiha di 5 mehên borî de 272 kes jî di kiryarên tundûtûjiyê de birîndar bûne.

Li gor raportê jî, li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, herî kêm 60 şer û pevçûn rû dane, çi şerên di navbera grûpên çekdar xwe bi xwe de û çi di navbera eşîre û malbatan de bin. Di encama wan şer û pevçûnan de, 54 kes hatine kuştin, ji wan 7 sivîl û 47 çekdar û leşker in. Bi dehan jî birîndar bûne.

Her li gor zanyariyên Rewangehê, di 5 mehên îsal de li wan herêman 37 teqîn bi riya mîn û bombeyan rû dane, di encamê de jî 26 kes hatine kuştin, ji wan 8 sivîl in, 13 çekdar, 3 leşkerên Tirk, xwekujek û kesekî nenas in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar dike, di 5 mehên îsal de 341 kes ji grûpên çekdar û îstixbarata Tirkiyê ve li wan navçeyan hatine revandin ku di nava wan de 2 zarok û 16 jin hene. Piraniya kesên hatine revandin (231 kes) ji Efrînê ne.

Her wiha 120 kesên revandî piştî standina bac û fidyeyê ji wan hatine berdan.

Binpêkirinên cuda:

Li herêmên di bin kontrola Tirkiye û grûpên çekdar de, di 5 mehên îsal de, 531 binpêkirinên cuda hatine kirin ku piraniya wan li Efrînê:

- 113 mal, dukan, zevî û otomobîlên sivîlan hatine desteserkirin.

- 105 proseyên birîna daran: 7368 darên zeytûnê hatine birîn.

- 71 proseyên ferzkirina bacan ji aliyê grûpên çekdar, polîs, dadgeha leşkerî û encûmenên xwecihî ve hatine kirin.

- 42 malên koçberên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine firotan.

- 30 proseyên kolandin û têkdana girên şûnwarî.

- 24 proseyên lêdan û destdirêjiya li ser sivîlan ji aliyê grûpên çekdar ve.

- 7 proseyên diziyê.

Guhartina demografiya Efrînê

Di çarçoveya guhertina demografiya bajarê Efrînê û avakirina komlegehên nişticihbûnê de, Komela Destên Spî yên Kuwêtê qonaxa duyem a gundê “Basma” roja 29ê Adarê vekir ku ji 8 komelgehan nû (125 xanî) pêk tê. Her wiha kar di avakirina 6 komelgehên din de jî berdewam e.

Da zanîn jî ev komelgeha nişticihbûnê li ser zeviyeke çandiniyê ya desteserkirî ya welatiyekî (Z.H) ku xelkê gundê Şadêrê yê Efrînê ye hatiye avakirin û rûbera wê "10 hezar" metro çargoşe ye.

Di meha Nîsana borî de jî grûpa Sultan Murad li nêzî gundê Kefrûmê yê navçeya Şera, komelgehek ji bo xelkê bajarê Humsê ava kir, hejmara xaniyan nêzî 360 xaniyan e.

Her wiha amadekarî ji bo avakirina komelgehên din niştecihbûnê li gundê Axclê yê li navçeya Cindirisê û gundê Omera li navçeya Şera tê kirin, ku komên çekdar dest bi kolandina zeviyên çandiniyê yên welatiyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne, kirin.

Komela Destên Spî yên Kuweytî di meha Gulanê de komelgeheke nişticihbûnê li nêzîkî gundê Kefr Sefrê li navçeya Cindirêsê ava kir, ew komelgeh ji 250 xaniyan, dibistan, mizgeft û dikanan pêk tê. Ev komelgeh li quntara çiyayê “Hecî Mihemed” hat avakirin, piştî ku darên daristanê jê hatin birîn û malbatên koçberên Şamê lê hatin bicihkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x