Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser birina zarokan ji bo leşkeriyê daxuyaniyek da

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojavayê Kurdistanê birina zarokan ji bo leşkeriyê şermezar kir.

24.10.2023, Sal - 08:15

Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser birina zarokan ji bo leşkeriyê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

5 Rêxistinên mafên mirovan û saziyên Rojavayê Kurdistanê li ser birina zarokan a ji bo leşkeriyê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de rêxistinên mafên mirovan ji Rêveberiya Xweser xwest ku zarokan biçek nekin û wan tevlî sazî û dezgehên leşkerî nekin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew bi tirs li tevlîkirin û biçekkirana zarokan a di nav hêzên leşkerî de dinêrin.

Li gorî wê daxuyaniyê, du zarokên keç, ên bi navên Sêmêl Zêdan Îsmaîl a 14 salî ya ji bajarokê Tirbe Spiyê û Mîrav Ednan Xişo ya, Sihêlê ya 15 salî ji bo leşkeriyê hatine birin.

Herwiha rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyê gotin, “Biçekkirna zarokan binpêkirina mafên mirovan û mafên zarokan e.”

Rêxistinên mafên mirovan û saziyên Rojavayê Kurdistanê bangî aliyên pêwndîdar û Neteweyln Yekbûyî kirin ku rê li ber biçekkiran zarokên di bin 18 salî de bigirin û ew zarokên ku hatine birin jî vegerînin nav malbatên wan.

Rêxitinên ku îmzeya wan di vê daxuyaniyê de heye ev in:

Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD), Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF), Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (El-Resid), Rêxistina Parastinê di ber Mafên Girtiyên Nerînê li Sûriyê (Rewangeh) û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x