Rojava; Hêzên Tirkiyê êrîşî 7 gundan û balafirxaneyeke leşkerî kirin

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve 5 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin. Herwiha du gundên herêma Şehbayê û Balafirxaneya Leşkerî ya Minnixê jî hatin armanckirin.

16.04.2023, Paz - 19:23

Rojava; Hêzên Tirkiyê êrîşî 7 gundan û balafirxaneyeke leşkerî kirin
Nuçe Belav bike

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kirine, êvara îro hêzên ser bi Tirkiyê 5 gundên Aqîbê, Soxanek, Zirneît, Miyase û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Herwiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Balafirxaneya Leşkerî ya Minnixê ya li herêma Şehbayê jî hatin hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ku medyaya nêzîkî HSDê belav kirine, di encama topbaranê de heta niha derdora 545 top li herêmên navborî ketine.

Di encamê de xesarên madî li malên şêniyên wan gundan ketine, lê heta niah ti zanyarî derbarê kuştî yan birîndaran de nehatiye ragihandin.

Hatiye ragihandin ku navendeke hêzên hikûmeta Sûriyê jî rastî topbaranê hatiye. Li gel wêya jî balafirên keşfê li asmanê herêmê digerin.

Êrîşî navçeya Şera jî kirin

Beriya çend kêliyan, hêzên ser bi Tirkiyê ve hejmarek gundên navçeya Şera ya Efrînê jî dane ber topan.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, gundên Elqemiye, Merenaz, Tatmeraş, Şewarixe, Malikiye û Irşadiye yên navçeya Şera ya Efrînê bi giranî tên topbarankirin.

Li gorî agahiyan, heta niha derdora 190 top li herêmê ketine.

Derbarê zirarên êrîşê de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:22:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x