Rojava: Jiber êrişan 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane

Ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

19.01.2024, Cum - 11:53

Rojava: Jiber êrişan 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane
Nuçe Belav bike

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman ragihand ku ji ber êrişên artêşa Tirkiyeyê û bombebaranên li ser jêrxana Rojavayê Kurdistanê, 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine belavkirin, artêşa Tirkiyeyê li Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûdê û Qamişloyê santralên karebayê bombebaran kirine û ev satral bi temamî ji kar ketine.

Gundên ku elektrîka wan qut bûye, girêdayî Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Koçer, Til Hemîs, Eyn Îsa û Kobaniyê ne.

Ji ber bombebaranên artêşa Tirkiyeyê û qutbûna elektrîkê, bîrên avê yên li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî rawestiyane û av nayê derxistin.

Li gorî zanyariyan, ji ber qutbûna elektrîkê, ji 450 bîrên avê tenê ji 124 bîran av tê derxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x