Rojava: Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir, du welatî hatin kuştin û du welatî jî birîndar bûn.

25.10.2022, Sal - 06:55

Rojava: Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Duh roja duşemê 24ê Cotmeha 2022an, çavkaniyekê ji nav bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, vê êvarê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê xaleke polîsan a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de hejmarek welatî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî ragihandiye, di encama bombebaranê de du welatî hatine kuştin û du welatî jî birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2022an heta niha, ev cara 62emîn e ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê navçeyên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bombebaran dikin û ji ber wan bombebaranan heta niha zêdetirî 170 kesan hatine kuştin û birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x