Rojavayê Kurdistanê dîsa hat bombebarankirin!

Herêmên Til Hebeş û Çil Axayê yên li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

05.10.2023, Per - 10:46

Rojavayê Kurdistanê dîsa hat bombebarankirin!
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku, droneke Tirkiyeyê gundê Til Hebeşê yê nahiyeya Amûdê bombebaran kir.

Li gorî wan çavkaniyan, di encama wê bombebaranê de qurbanî hene.

Gundê Til Hebeşê, bi 3 kîlometreyan li başûrê bajarê Amûdê ye.

Di heman demê de, Bendava Çil Axayê ya li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi droneke Tirkiyeyê hat bombebarankirin.

Li aliyê din, îro serê sibehê devera Mişêrfa Himê ya li gundewarê bakurê bajarê Hesekê bi dronan hat bombebarankirin.

Di wê bombebaranê de 3 kes birîndar bûn.

Doh jî bi dronekê êrişî kargeheka qermîtan a li Hesekê hat kirin.

Di vê bombebaranê de jî 4 kes birîndar bûn.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x