Rojavayê kurdıstanê: Nasnameya 29 qurbaniyên endamên Asayişê hat eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku di encama êrişên Tirkiyeyê de 45 kesan canê xwe ji dest daye û 11 ji wan sivîl in.

11.10.2023, Çar - 07:11

Rojavayê kurdıstanê: Nasnameya 29 qurbaniyên endamên Asayişê hat eşkerekirin
Nuçe Belav bike

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê nasnameyên 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê eşkere kirin.

Wan 29 endamên asayiyê 9ê Çiriya Pêşîn li herêma Koçeratê ya Dêrikê di bombebarana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû.

Îro ji bo 25 qurbaniyan li bajarên Dêrik, Qamişlo, Kobanî û Hesekê merasîmên oxirkirinê tên lidarxistin.

Cenazeyên 10 qurbaniyên ji navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçerê dê li goristanên Til Koçer û Dêrikê bên veşartin..

Navên 10 qurbaniyan wiha ne:

Ednan Ebdî Yûsif, Silêman Bozan Enter, Xwînrêj Zekî Temê, Mûaz Mihemed Eta, Ehmed Qemer El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezen Xidir El Keço, Mihemed Mela Ehmed Xalid, Ebdulwahid Mihemed El Ehmed.

Li Qamişlo jî dê 7 qurbanî bên veşartin û navê wan wiha ne:

Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Bessam El Hisên, Alan Nazim, Mehmûd El Wero, Feyad El Hedmûl, Mihemed Şemdîn.

Li Hesekê jî dê cenazeyên Lorans Suhêl Ebdî, Menaf Siûd Semîr, Salih Ebdulxefûr Yûsif, Îskender Hiso, Ezîz Elî Ebdo, Ebdullah Hesen Ilêwî li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîdan a Til Hemîsê bi axê bêne spartin.

Li bajarê Kobanî jî cenazeyên Orhan Miho û Elî Osman bi merasîmekê bên oxirkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x