Rojnameya Timesê ku navenda wê li Brîtnayayê di sernivîsa xwe de ragihand ku dibe Amerîka dev ji YPGê berde, divê hêza herî mezin a leşkerî ya cihanê dost û hevalbendên xwe neterikinînin.
Rojnameya Timesê di sernivîsa xwe de got: "Hêzên mezin bi têkliyên xwe yên ligel dostên xwe têne nirxandin. Yek ji têkçûna polîtîkayên derve ya 30 salî, piştî Şerê Kendavê tenê hiştina kurdan bû. Piştî şerê DAIŞê gelek artêşan li hemberî rêxistinê şer kir û grûbên kurdan jî di vî şerî xwe îspat kir."
Di berdewamiya sernivîsê de tê gotin: "Li gor aktorên din ên herêmê kurd sekuler û demokratiktir in û sempatiya welatên rojavayî kişandin. Lê kurd xwe bixwe di nava tevlîheyekê de ne. Ji hêla coxrafî û siyasî cudahî hene. Li Iraqê piştî referandûma serxwebûnê ji bajarê Kerkûkê hatin derxistin. Nêzîkî 15 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn û Enqere dibêje em nahêlin li sînorê me dewletek Kurdî çêbibe."
Times di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Di meha rebendanê de bi operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê kontrola kurdan hat bidawîkirin. Kurdan sirf ji bo alîkariya rojavayî şerê DAIŞê nekirin. Li hemberî DAIŞê rawestiyan çimkî rêxistinê li herêmê li hemberî hebûn û dewletbûna wan talûke bû. Amerîkayê bi çek û pisporên xwe piştgirî da û kurdan jî gelek fedekarî kir. Di vê dema ku DAIŞ dîsa xwe birêxistin dike de, dibe Washîngton kurdan tenê bihêle. Çi dibe bila bibe divê hêza herî mezin a leşkerî û demokratîk dost û hevalbendên xwe tenê nehêlin."