Artêşa Tirkiyê amadekariyên xwe ji bo destpêkirina operasyona li dijî Efrînê bi awayekî cudatir ji Mertala Ferêt dike. Rûsya jî hewl dide YPGê ji Efrînê derxe.
Li gor medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê amadekariya destpêkirina operasyoneke nû li Sûriyê dike, ku dixwaze ji aliyê rojava ji gundê Dêr Belût ya Efrîn û keleha Samanê û ta gundên Zofiyan û Diwêr li rojhilat bi rûbera 170 K.M kontrol bike.
Li gor rojnameya “Yeni Şefek” a Tirkî, di wê operasyonê de dê nêzîkî 20 hezar leşkerên Tirk ligel 15 hezar çekdarên opozîsyonê beşdar bin, ku armanca wan kontrolkirina 4 hezar û 500 K.M çargoşe li wê navçeyê ye.
Herweha li gor raporên medyaya Tirkiyê, Rûsyê niha hewl dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Efrîn û Til Rifetê derxe, da ku wan radestî hikumeta Sûriyê bike.
Li Efrîn û Til Rifet du navendên Rûsî hene û berî niha li bajarokê Til Rifet ji dêvla ala YPGê, ala Rûsî hatibû bilindkirin.
Ji aliyekî din ve, rojnameya “Karar” a Tirkî pêşbîn dike, Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê bi awayekî cuda ji ya Mertala Ferêt bi rê ve bibe, ku armanca Tirkiyê li Efrînê dê hin xalên diyarkirî kontrol bike û ne tevahiya herêmê.
Ji bo wê armancê, ji demekê ve artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor li nêzîkî Efrînê kom dike û firokeyên bê firokvan jî li esmanê Efrînê digerîne, ji bilî ku hin caran jî gundên Efrînê topbaran dike.