Rûsyayê bi fermî peywendî ligel rêveberiya Rojavayê Kurdistanê danî

Îro li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê şandeke polîsên leşkerî yên Rûsî bi awayekî fermî serdana hevserokatiya Herêma Firatê kir û li gel Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim û berpirsên din ên wî bajarî civiyan.

27.11.2019, Çar - 07:12

Rûsyayê bi fermî peywendî ligel rêveberiya Rojavayê Kurdistanê danî
Nuçe Belav bike

Îro di demjimêrên nîvro de ji bo cara yekê şandeke polîsên leşkerî yên Rûsî li bajarê Kobanî li gel berpirsên Rêveberiya Xweser û kantona bajarê Kobanî civiyan û gotûbêj li ser rewşa siyasî û leşkerî ya wê navçeyê kirin.

Di civînê de şanda polîsê leşkerî yê Rûsî ji 4 kesan pêk dihat, behsa hevahengiya rêveberiya bajarê Kobanî, artêşa Sûriyê û her wiha hêzên Rûsî kirin.

Piştî ku destûr ji Himêmîm wergirt, di dawiyê de Genîral Kîm razî bû konfiranseke rojnamevanî li dar bixe.

Fermandarê serbazî û berpirsê beşê bakûrê rojhilatî Sûriyê General Kîm got: “Hikûmeta Rûsî bi hemû şiyanên xwe hewl dide aştî û aramî li herêmê bicih bibe û metirsî li ser xelkê nemîne. Em li vir her tişt dişopînin û digihînin welatê xwe.”

Ev ne demeke dirêj e, Kobanî ji êrîşa DAIŞê, rizgar bûye û niha di bin gefa êrîşa Tirkiyê de ye.

Herçenda artêşa Sûriyê li seranserî sînor bi dirêjehiya 80 kilometran belav bûye, Rêveberiya Xweser navenda bajêr birêve dibe.

Cîgirê Serokê Encûmena Cîbicîkar li Kobaniyê Mihemed Şahîn jî got: “Piştî rêketina me bi hikumeta sûrî û Rûsyayê re, hêzên wan li deverên sînorî hatin bicîkirin, lê Rêveberiya Xweser li navendê ma. Çimkî rêketin serbazî ye.”

Li Kobanî 150 serbazên rûsî û 35 pizîşkên taybet bi wan, li balafirxaneya sirîn ku 35km dikeve başûr rojhilatî Kobanî û navenda Îzaha ku 7 kilometreyan dikeve rojavayê wî bajarî dimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 766 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x