Rêveberiya Xweser bi kompanyayeke lobiyê ya Amerîkayê re peymanek îmze kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi kompanyaya lobiyê ya Brownstein Hyatt Farber Schreckê ya Amerîkayê re peymanek îmze kir.

29.12.2023, Cum - 05:51

Rêveberiya Xweser bi kompanyayeke lobiyê ya Amerîkayê re peymanek îmze kir
Nuçe Belav bike

Di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û kompanyaya hiqûq, pêwendiyên giştî û lobiyê ya Amerîkayê Brownstein Hyatt Farber Schreck de peymanek hat îmzekirin.

Li gorî peymanê dê şîrket ji bo “ewlehî, parastin û nasandina Rêveberiya Xweser” bixebite.

Herwiha dê şîrket pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi saziyên Amerîkayê re jî koordîne bike û hewl bide ku aliyên siyasî rêveberiyê nas bikin.

Peyman ji bo 6 mehan e

Li gorî belgeya ku di çarçoveya Yasaya Tomarkirina Nûnerên Biyanî (FARA) de hatiye parvekirin de, 12ê Çiriya Pêşînê MSDyê bi kompanyayeke pêwendiyên giştî ya Amerîkayê re peymaneke lobiyê ya 6 mehî îmze kir.

Peyman “karûbarên têkiliyên hikûmetê û şêwirmendiya stratejîk ên li ser mijarên Hikûmeta Amerîkayê” li xwe digire.

Şîrket bi taybetî di mijarên girêdayî Rojava de, ji bo pêşxistina peywendiyên bi Amarîkayê re û alîkariya di lêkolînan de hat erkdarkirin.

Li gorî peymanê, kompanya dê ji bo biryarderên rêveberiya Amerîkayê perwerdeya “Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyeke mayînde ya aloziya Sûriyeyê çareseriya herî baş e” bide.

Ji bo teşwîqkirina veberhênana li Rojavayê Kurdistanê dê lobî werin kirin

Di çarçoveya xizmetê de, dê bi Serokên Senatoyê û Nûnerên Parlamentoya Amerîkayê, Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastinê, Berpirsên payebilind ên Wezareta Bazirganiyê û Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinan bikin.

Herwiha hat ragihandin ku Nedeam Elşamî ku sekreterê taybet ê Seroka berê ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê bû, bi awayekî çalak di şîrketê de dixebite.

Hat zanîn ku Elşamî dê li ser navê Rêveberiya Xweser çalakiyên lobiyan bi rê ve bibe.

Rêveberiya Xweser mehane dê 50 hezar dolarî bide kompanyaya Brownsteinê.

Eger her du alî li ser şertên nû li hev nekin dê peyman piştî 6 mehan nû bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x