Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe yê bi Erdogan re gotiye ku, "Rewş guheriye û çekdayîna YPG'ê dê ji ber çevan re derbas bikin. Lê rayedarên Tirk tiştan li gorî xwe fêm dikin û wisa dibêjin.
Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim ji televîzyona Dengê Amerîkayê re axivî û diyar kir ku Serokê Dewleta Amerîkayê di hevdîtina xwe yê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye ku rewş niha guheriye û çekdayîna YPG'ê dê ji ber çevan derbas bikin.
Muslim wiha pê de çû: "Tiştên ku tên gotin, rayedarên Tirk li gorî kêfa xwe dixwazin fêm bikin, tiştên di dilê wan de ne tînin ziman. Lê heqîqat ne wisa ye. Birêz Trump van tiştan negotiye, Trump gotibû rewş hatiye guhertin Reqqa hatiye rizgarkirin û em ê çêkin didin YPG'ê dê ji ber çevan ve derbas bikin. Trump di wir de behsa qutkirina çekdayînê nake. Tiştên ku ji aliyê Wezîrên Tirk Mevlut Çavuşoglu ve hatin gotin ne rast in. Rayedarên Amerîkî bo me dibêjin hevkarê me, biguman ku te ji yekî re got hevkar, alîkarî jî didomin. Niha rewş hatiye guhertin, Reqqa rizgar bûye, hedefên ku Quwetên Sûriyeya Demokratîk ku dabû pêşiya xwe heme hema temam kiriye. Bêguman êdî pêwîstiya me bi çekên kêmtir heye."
Her wiha Muslim li ser pirsa dibêjin hin DAIŞ li Sûriyeyê mane hûn dikarin bê Amerîkayê şerê li dijî DAIŞ'ê bikin wiha bersivand: "Me beriya Amerîkayê şerê li dijî DAIŞ'ê dikir. Amerîka hebe, tunebe em mecbûrên şerê DAIŞê bikin. Lewre DAIŞ ji bo tunekirina Kurdan hat avakirin. Niha DAIŞ ji Reqqa û Dêra Zorê derketiye. Ev yek nayê wateya ku DAIŞ tunebûye. DAIŞ bîr û baweriye. Ez bawerim DAIŞ dê dewam bike.
Muslim li ser vexwendina Cenevê jî diyar kirk u heta niha vexwendin ji bo wan nehatiye û wiha pê de çû: "Me ji hemû aliyan re gotiye ku em ji bo nîqaşan, diyalogan û pirsgirekên li Sûriyeyê re vekirîne. Lê heta niha kesî me venexwendiye. Dema ku em biçin Cenevê projeya me bo çareseriyê heye. Xuyaye ku em ji bo Cenev 8'ê jî nayên vexwendin û ev yek jî bê encam dimîne. Hinek alî hene ku navwazin krîza li Sûriyeyê çareser bibe. Baweriya me ew e ku hêzên mezin bi awayeke cidî bixwazin krîzê çareser dikin û ev yek jî bê me pêk nayê."