Salih Mislim mesajek ji Tirkiyê re şand

Heverokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Siûdî Okaz ragihand ku tu pêwendiya wan bi Îranê re tune ne û rêjîma Mellayan li Îranê zilmeke mezin li ser Kurdan dike.

30.01.2017, Pts - 18:55

     Salih Mislim mesajek ji Tirkiyê re şand
Nuçe Belav bike

Salih Mislim: Eger Tirkiyê bixwaze em amade ne diyalogê bi Tirkiyê re deynin
Heverokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Siûdî Okaz ragihand ku tu pêwendiya wan bi Îranê re tune ne û rêjîma Mellayan li Îranê zilmeke mezin li ser Kurdan dike.
Mislim got, ew sîstema federalî weke ya ku herêma Kurdistanê çêbûye çênakin, sîstema li başûrê Kurdistanê li ser binegeheke netewî çêbûye, ew dewleteke netewî naxwazin, ji ber sedema felaketên ku li herêmê çêbûne hebûna dewletên netewî ye.
Heverokê PYD her wiha got, tu pêwendiya wan bi pirsgirêkên Kurdên Tirkiyê û Îranê re tune ye, Kurdên li wan welatan dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin.
Mislim qebûl kir ku dezgen û navendên emnî yên hikûmeta Sûriyê li herêma Cizîrê hene û diyar kir ku pêwendiya wan bi hev re tune ye.
Her wiha got ku Emerîka çek dane wan, ji bi ku şerê Daişê bikin.
Salih Mislim eşkere kir ku tu problemên wan bi Tiriyê re tune ne, û ew dixwazin bi Tirkiyê re bidin û bistînin, eger Tirkiyê bixwaze ew hazir in.
Wiha berdewam kir: Em ne mirtezeqe ne,yanî em ne çetenin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:47:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x