Salih Muslim da xuyakirin her tim diyaloga wan bi rejîmê re hebû ye û bi hebûna Amerîka ew diyalog nehatiye birîn.
Berpirsê têkiliyên derve yê TEV-DEMê Salih Muslim di hevdîtinekê de digel Dengê Amerîka got, “dema wan şerê DAIŞê dikir, Hêzên Amerîkî li wê derê nebûn, û her kes li gor hesaba xwe hatiye herêmê."
Mislim liser diyaloga bi rejîma Esad re jî got, ku tim dîyalog hebû. Herweha diyarkir:
"Dema Amerîka nebû, û dema hebû jî, diyaloga wan bi hikumeta Sûriyê re nehatibû birîn, û ew xwedî sîstemekê ne, ew guherînên li Sûriyê dixwazîn û ew jî perçeyek Sûriyê ne. Di biryara xwe de azad in û projeyek wan heye, li gor wê jî, dîyalog berdewam e."