Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara 2025an peymanek îmze kir û karvedanên wê peymanê berdewam dikin.
Berdevkê Têkîliyên Derve yê PYDê Salih Mûslim derbarê vê peymanê de ji rojnameya Tirkiyeyê re axivî.
"Em planên xwe li ser hebûna Amerîka an jî Koalîsyonê ava nakin"
Salih Mûslim destnîşan kir ku ew li gor pêşketinên li Sûriyeyê û dînamîkên herêmê çûne Şamê û li wir rûniştine û got:
"Em demeke dirêj bû bi hikûmeta Şar re di nava diyalogê de bûn.
Em ne bi rênîşandan an jî bi daxwaza Amerîka an jî welatekî din li ser maseyê rûniştin.
Em destûrê nadin tu kes têkilî avahiya me ya navxweyî û biryarên me yên dawî bibe.
Dibe ku sibê biryara 'em vedigerin' ji bo bakurrojhilatê Sûriyeyê derkeve.
Em plansaziyên xwe li ser hebûna Amerîka an jî Koalîsyonê ava nakin.
Ya rastî, em pişta xwe zêde bi birêvebiriya Trump ve girê nadin lê ev nayê wê wateyê ku em bi dostên xwe re tu tiştan şêwirîn nakin."
Muslim derbarê îdiayên ku kontrola kampên malbatên DAIŞiyan û DAIŞiyên di bin destê HSDyê de ne dê Tirkiyeyê bên kirin de axivî û got:
"Biryara vê yekê Koalîsyona Navneteweyî dide. Em nizanin ew çi difikirin û dê biryarekê çawa bidin."
"Em ji pêvajoyê bi hêvî ne "
Mûslim destnîşan kir ku peymana bi birêvebiriya Sûriyeyê re "bi banga Ocalan re hevaheng û paralel e" û wiha pê de çû:
"Em ji pêvajoyê hêvîdar in. Di demeke kurt de dê komîsyon werin damezrandin û em dê derbasî qonaxa entegrasyona qadên petrolê, gumrikan û hêzên çekdar bibin. Em dê pabendî peymanê bin.
Ew 8 xalên ku li serê lihevhatin hatiye kirin bêguman rast in. Divê girîngî bi spekulasyonên li ser vê mijarê neyê dayîn."
"Tirk ji bo me miletekî cîran û dost in"
Muslim eşkere kir ku ew li pey dewleteke cuda nagerin û wiha dewam kir:
"Pêşî, balansa Rojhilata Navîn bi awayekî xurt bandorê ji vê pêvajoya aştiyê werdigire.
Em bawer nakin ku bi çandina dijminatiya Tirkiyeyê dê mirov bigihîje tu deverekê.
Tirk ji bo me miletekî cîran û dost in. Em li pey dewleteke cuda nagerin.
Me ev gav avêt da ku em di çarçoveya beşdariya demokratîk de li Sûriyeyê hebin.
Em dixwazin wekî beşek ji gelên Tirkiye û Sûriyeyê di nav hukûqa bîratiyê de bijîn. Em li Sûriyeyê daxwaza xweseriyê nakin.
Em tu mercên pêşîn ên siyasî jî diyar nakin. Em birêvebiriyeke adil a li ser bingeha wekheviyê dixwazin."