Rawêjkarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Wilham Robak, li gel şandeke ENKS civiya û di civînê de behsa pêwendiyên di navbera ENKSê û PYD û avakirina rêveberiyeke nû, ku hemû aliyên têde beşdar bibin hat kirin.
Şandeke pilebilind a Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û mijara rêveberiyeke nû ligel çend aliyên siyasî gotûbêj kir.
Hevdîtina şanda Amerîkayê ya ligel Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bargeha serbazî ya Amerîkî li Qereqozax çêbû, ew jî devereke Kobanî ye li ser çemê Ferat e.
Hevdîtin li ser daxwaza Rawêjkarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Wilham Robak çêbû.
Li gor agahiyên Rûdawê, di civînê de ji ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro, Ebdulkerim Mihemed, Nimet Dawûd û Fesel Yûsîf beşdar bûn.
Herdu aliyan behsa pirsa avakirina herêma aram û rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kriin.
Di heman demê de, ENKS ligel nûnerên Cezîrê û Firat jî civiyan ku di nava Itîlafê de cih digirin.
Serdana şanda Amerîkayê û civînên wê şandê ligel aliyên siyasî yên herêmê bi mebesta pêkanîna rêveberiyeke nû û giştgîr li herêmê ye ku nûnerên tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên civakî li herêmê cihê xwe di nav wê rêveberiyê de bigirin.