Şandeyeke Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ye

Şandeyeke fermî ta Fransayê li Qamişlo bi berpirsên Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya û silavên Macron gihand Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

07.11.2023, Sal - 09:07

Şandeyeke Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Şandeyeke Fransayê ya bi serokatiya wezîrê berê yê perwerdeyê yê Fransayê Michel Blanquet li Rojvayê Kurdistanê ye.

Herwiha di nav şandeyê de nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa jî cih digirin.

Macron erkdar kiriye

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew şand ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.

Li gorî daxuyniyê şandeyê ew serdan bi mebesta gihandina peymana piştgiriyê ya serokomarê Fransayê ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser pêk aniye.

Şandeya navborî ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.

Êrişên Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin

Di hevdîtinê de mijarên wekî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampên penaberan hatin gotûbêjkirin.

Michel Blanquet diyar kir ku ew dixwazin havkariya di navbera Fransa Rêveberiya Xweser de de berdewam bike.

Blanquet herwiha tekez kir ku êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê ve nayên qebûlkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x