Şandeyeke Rojavayê Kurdistanê çû Swîsreyê

Şandeyeke Rojavayê Kurdistanê çû Swîsreyê û bi parlamenterên Swîsreyê re civiya.

15.03.2024, Cum - 13:44

Şandeyeke Rojavayê Kurdistanê çû Swîsreyê
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şandeya Rojavayê Kurdistanê ji Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Umer û Hevseroka Ofîsa Rêveberiya Xweser a Swîsreyê Mîdiya Hesenê pêk tê.

Ev şandeya Rojavayê Kurdistanê li Berna paytexta Swîsreyê, bi çend parlamenter û senatorên Partiya Sosyalîst û Partiya Kesk ên Swîsreyê re civiya.

Ji sedî 50ê birevebiran jin in

Ebdulkerîm Umer di civînê de da zanîn ku hemû pêkhate beşdarî birêveberina Rêveberiya Xweser dibin û ji sedî 50ê birevebiran jin in.

Ebdulkerîm Umer herwiha ragihand ku Rêveberiya Xweser dixwaze Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bike.

Umer detsnîşan kir ku ew îdiayên ku dibêjin “Rêveberiya Xweser projeyeke cudaxwaziyê ye” ne rast in.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Umer bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku Tirkiye dixwaze tecrubeya Rêveberiya Xweser ji holê rake.

Piştigiriyê didin Rêveberiya Xweser

Parlamenter û senatorên Swîsreyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin hebûn û berdewamiya Rêveberiya Xweser.

Parlamenter û senatorên Swîsreyê herwiha helwesta xwe ya li dijî êrişên Tirkiyeyê jî anî zimên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x