Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin

Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Til Xelefê yê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 14 kes desteser kirin.

01.12.2023, Cum - 06:25

Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 29ê mehê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Til Xelefê yê Serê Kaniyê bi ser çend malan de girtin.

Di encamê de 14 kes bi tohmeta pêkanîna êrişan li ser grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê û çêkirina gefê li ser ewlehiya Tirkiyeyê hatin desteserkirin.

Ew ji bo zindana rûbirûbûna terorê ya nav bajarê Serê Kaniyê hatine veguhastin.

Roja 27ê mehê jî, 6 koçberên Sûriyeyî ku ji aliyê polîsên serbazî ve hatibûn girtin, ji Serê Kaniyê ji bo Tirkiyeyê hatibûn veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x