Serok Barzanî bi peyamekê derbarê pêşhatên herî dawî yên Kerkûkê de ragihand ku kêşeya Kerkûkê tenê giriftê siyasî ya di navbera du partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyan nîne. Di rastiyê de kêşeya Kerkûkê babeteke dîrokî û siyasî û kevn e. Herwiha tekez kir ku "em li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin".
Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 13ê Tîrmeha 2019an bi peyamekê ragihand: “Niha û berê jî raya me wiha bûye ku em li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin û divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikarin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê li gel hevdû bijîn.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Kêşeya Kerkûkê tenê giriftê siyasî ya di navbera du partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyan nîne. Di rastiyê de kêşeya Kerkûkê babeteke dîrokî û siyasî û kevn e û di heman demî de jî fireh rehend û mezin e.
Bi sedema wê rewşa neasayî ya li ser Kerkûkê hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa emnî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û herwiha çareserkirina kêşeyan bi giştî, em li gel wê yekê ne ku rêkeftin û hevreyî ya aliyên Kurdan, hengavekî girîng e lê belê li gel ewe jî pêwîst e kêşeyên Kerkûkê bi parêzgar ve jî di destpêkê li navbera Hewlêr û Bexda bê yekalîkirin û bê çareserkirin. Her encamek jî ku hebê divê cihê rizamendiya hemû pêkhatên Kerkûkê bê.
Niha rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê û eve jî derfetekî gelek baş e ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên emnî û îdariyên Kerkûkê jî çareser bibe û di çarçoveya destûrê de Kerkûk vegere ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye nabe berdewam be.
Niha û berê jî raya me wiha bûye ku em li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin û divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikarin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê li gel hevdû bijîn.
Mesûd Barzanî
13.07.2019