Serok Barzanî peyameke spasiyê weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî bidawîbûna şîna Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û ji bo hemû alî û kesên ku sersaxî jê re xwestiye spasiya xwe pêşkeş kir.

06.04.2018, Cum - 08:15

Serok Barzanî peyameke spasiyê weşand
Nuçe Belav bike

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî piştî bidawîbûna şîna biraziyê xwe Dilovan Îdrîs Barzanî peyamek weşand û di wê peyamê de ji bo hemû alî û kesên ku sersaxî jê re xwestiye spasiya xwe pêşkeş kir.

Barzanî di peyama xwe de ev tişt gotin:
"Spasiyên xwe yên bê payan pêşkeşî hemû hemwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraq û konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhateyên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tebeqeyên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçe û derveyê welat dikin ku zehmetê kêşan û beşdarî şîn û serxweşiya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî bûn û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.

Hevsozî û hevbeşiya xelkê ezîz ê Kurdistanê, di xem û şîn û serxweşiyê de ji bo me herdem cihê rêz û teqdîrê ye û cihê şanaziya me ye. Spasî hemwelatiyên xweşdiviyê bajaroka Selahedîn dikim ku li van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Herwiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş li ser milê wan bû. Hêvîdar im hemû aliyek ji êş û nexweşiyê dûr bin û Xwedayê Mezin xêra we hemûyan binivîsê û dilovaniya Xwedê li koçkiriyên we yên hemû aliyek be."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 863 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:33:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x