Serok Barzanî: Rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê hatiye holê

Îro roja sêşemê 07.01.2019an Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên çend rojên dawî li Iraqê û herêmê daxuyaniyek belav kir.

07.01.2020, Sal - 16:53

Serok Barzanî: Rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê hatiye holê
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê da Serok Barzanî ragihandiye:”Di dema çend rojên derbasbûyî da rewşeke gelek metirsîdar li navçeyê û Iraqê da hatiye holê û ji hemû aliyek ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Li rewşeke wiha da jî pêwîste ji bo peydakirina çareseriyê guh li eqil û mentiq bê girtin neku li pey dirûşm û gengeşeyên bêsûd bîn.”

Herwiha di beşekî din ê daxuyaniyê jî da Serok Barzamî destnîşanî bi rewşa Iraqê kiriye û ragihandiye:”Niha rewş li warê teqîn û giriftan ve gelek aloze. Ji bo wê yekê divê li hemû aliyeke vî xelkî ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hîkmetê ve çareseriyeke gûncav û me'qûl peydabikin ku li xizmeta hemû aliyek bê. Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha bê, ewe êm li yarmetîdana ji bo peydakirina çareseriyê kêmasiyê nakîn, lê belê li gel ewe da jî nabîn ku welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 759 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x