Serok Barzanî û şandeke bilind a Amerîka civiyan

Serok Barzanî û şandeke bilind a Amerîka bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Navîn bi Wekalet David M. Satterfield civiyan.

09.05.2019, Per - 13:28

Serok Barzanî û şandeke bilind a Amerîka civiyan
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Navîn bi Wekalet David M. Satterfield û Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq Joey Hood û Konsolê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin û Berpirsê Operasyonên Serbaziyên Dijî DAIŞê General Paul LaCamera pêk hatibû.

Di vê hevdîtinê de şanda mîhvan silavên taybet yê Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo bi Serok Barzanî gihand. Her wiha rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mîhvan wê yekê dupat kir ku baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda, di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Guhertinên dawî yên meydanî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan tekez li wê yekê kirin ku gefa terorîstên DAIŞê hê jî her maye û metirsî ye ji bo asayîşa Iraq, Sûriye û navçeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 913 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x