SOHR: Çekdarek ku tê gumankirin serkirdeyekî DAIŞê be li Cindirêsê hat kuştin

Çekdarek ku tê gumankirin serkirdeyekî DAIŞê be, di encama armanckirina baregeheke leşkerî ya grûpeke çekdar li navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê hat kuştin.

29.04.2023, Cts - 15:35

SOHR: Çekdarek ku tê gumankirin serkirdeyekî DAIŞê be li Cindirêsê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, barageheke leşkerî ya grûpa bi navê “Ceyş El-Şerqiyê” li derdora gundê Miskê yê li navçeya Cindirêsê bi mûşekekê hat armanckirin û dengê teqînan li wê baregehê hate bihîsin.

Rewangehê da zanîn, di encama armanckirina wê baregeha leşkerî de, kesek hat kuştin, ku tê texmînkirin, ew serkirdeyekî DAIŞê be.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di heman dema armanckirina wê baregeha leşkerî de, firokeyên Bayraktar yên Tirkiyê li ser wê deverê difiriyan, hevdem jî hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, rêyên ku diçin cihê bûyerê girtin.

Ev yek piştî wê tê, roja 17ê Nîsanê de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyoneke daketina asmanî de serkirdeyekî DAIŞê ligel du çekdarên din li devera Cerablûsê ya bakurê Sûriyê ku di bin kontrola grûpên çekdar ên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike de ye, kuşt.

Di wê derbarê de jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya nivîskî de ragihandibû, hêzên wan serkirde û plansazê operasyonên DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî û du çekdarên kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x