Teqînek li Efrînê çê bû, kuştî û birîndar hene

Îro li Efrînê teqînek çê bû, kuştî û birîndar hene.

27.12.2023, Çar - 12:47

Teqînek li Efrînê çê bû, kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ragehand, îro (Çarşem, 27ê Berçileya 2023ê) nîvro li ser cadeya Sirfîsê ya taxa Eşrefiyeyê ya navenda bajarê Efrînê motorsikleka bombekirî hat teqandin”.

Wê çavkaniyê eşkere jî kir, di wê teqînê de zarokekî ji ber giraniya birîna xwe canê xwe winda kir û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Li dû zanyarên K24ê, jiyê wî zarokê ku di vê rûdanê de canê xwe winda kiriye 6 sal bûn.

Her wiha wê çavkaniyê amaje da, birîndarên vê rûdanê ji bo nexweşxaneyekê hatine veguhastin û t'en dermankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x