Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEMê Aldar Xelîl di axaftina xwe de ragihand ku YPG ji Efrînê vekişe jî Tirkiye dev ji plana xwe bernade, lewma ji berxwedanê pêve ti rêyeke me tuneye.
Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEMê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya K24ê de got: "Armanca Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê kurdan nehêlin û hinek kesên din bînin li wir bicih bikin."
Aldar Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye bi destxistina Efrînê dixwaze Heleb, Idlîb, Minbic, herêma Cezireyê û paşî jî plana bidestxistina Mûsil û Kerkekûkê dike. Eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Efrînê vekişin jî Tirkiye dê plana xwe neguherîne. Lewma ji berxwedanê pêve ti rê li ber me namîne."
Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de ji bo hêzên sûriyeyî yên Şebî ku derbasî Efrînê bibûn got: "Hêzên Şebî ku derbasî Efrînê bibûn hemû di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Hinek welat bi rêya Tirkiyeyê êrişî me dikin û dixwazin bi Efrînê re Idlîb, Cerablus û hinek herêmên din ê Sûriyeyê bidin Tirkiyeyê."