TevDem dixwaze Sûriye bi erkê parastina xaka xwe rabe

Berpirsê Peywendiyên Dîplomasî yê Tev Demê Aldar Xelîl ragihand, wan daxwaz ji Rûsya kirin e ku fişaran liser Hikûmeta Sûriyê bike, da ku li hember gefên Tirkiyê serweriya welatê xwe biparêze.

29.12.2018, Cts - 14:08

TevDem dixwaze Sûriye bi erkê parastina xaka xwe rabe
Nuçe Belav bike

Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihand, hefteya borî şandeke wan seredana Moskow kiriye û van nêzîkan şandeke din jî diçe Moskow, da ku Rûsya Esed han bide bi erkê xwe rabe û serweriya welatê xwe biparêze.

Berpirsê Peywendiyên Dîplomasî yê Tev Demê got jî, peywendiyên wan digel Rûsya û Hikûmeta Sûriyê ji bo dîtina mekanîzmekî ji bo parastina sînorên Bakûrê Sûriyê digel Tirkiyê, heye.

Seredana Şanda Tev Demê ji bo Moskow digel biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û gefên berdewam yên Tirkiyê ji bo êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 778 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:57:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x