Tirkiye û çekdarên wê gelek deverên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Enqereyê gundewarên Efrîn, Minbic û Hesekê topbaran dikin.

04.12.2023, Pts - 06:18

Tirkiye û çekdarên wê gelek deverên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên ji çavlaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Şewarxê li nahiya Şerayê ya Efrînê topbaran kirin.

Di heman demê de, li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar, gundên Ereb Hesen û Yalanlî yên Mibic topbaran kirin.

Nişteciyên hedu gundan jî welatiyên sivîl in.

Li navçeya Zirganê ya parêzgeha Hesekê jî gundên Hilêya Kurdî û Hilêya Erebî û gundê Bobî hatin topbarankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:18:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x