Tirkiyê gundê Sêgirka yê Qamişlo topbaran kir

Hêzên Artêşa Tirkiyê bi topxaneyên giran gundên Sêgirka û Til Zîwan ên ser bi Qamişloyê kirin armanc û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

10.08.2022, Çar - 06:04

Tirkiyê gundê Sêgirka yê Qamişlo topbaran kir
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de li gundên Sêgirka û Til Zîwan ên li rojhilatê bajarê Qamişloyê şeş kes birîndar bûn, ku ji wan 4 kes zarok in.

Li gor zanyariyan, navên birîndaran ev in; Helebce Reşîd ya 33 salî, Arîn Ebdulezîz El Hesen yê 38 salî, Mihemed Salih yê 12 salî, Mîran Selah yê 13 salî, Îlan Selah yê 5 salî û Bilind Mihemed Şemsedîn yê 16 salî.

Herwiha hat diyarkirin ku di êrîşa ser gundên Amûdê de welatiyekî bi navê Rodî Sebrî yê 30 salî birîndar bûye.

Îro droneke artêşa Tirkiyê nava bajarê Qamişlo bombebaran kiribû.

Jêderekî ji Qamişlo ji K24ê re ragihandibû, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî nexweşxaneya Jiyan a taybet bi Covîd-19 a li Qamişlo bombebaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, îro di demijmêr 13.30 de dema ku hêzeke parastinê li ser karê xwe bû, bi dronekê hatin bombebarankirin, di encamê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 3 şervanên din jî birîndar bûne.

Di van demên dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x