Tirkiyê ragihand: Fermandarekî YPGê û 4 şervanan canê xwe ji dest dan

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, fermandarekî pilebilind ê YPGê û 4 şervanên din li Rojavayê Kurdistanê di du operasyonên cuda yên tîmên operasyonên taybet ên MÎTê de canê xwe ji dest dane.

19.09.2022, Pts - 07:16

Tirkiyê ragihand: Fermandarekî YPGê û 4 şervanan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê roja 18ê Îlonê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê ve belav kiriye, ku saziya istixbarata netewî ya wî welatî (MÎT) li Rojavayê Kurdistanê du operasyonên taybet li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk anî.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di operasyonekê de fermandarekî pilebilind ê YPGê yê bi navê "Mehmet Gurbuz" bi nasnavê "Rojhat Karakoçan" ji aliyê dronekê de hatiye armanckirin û hatiye kuştin.

Hatiye ragihandin ku Mehemt Gurbuz di nav YPGê de "Berpirsê Herêma Firatê" bûye, û navê wî di bultena sor a lîsteya terorê ya Tirkiyê de bûye.

Di êrîşê de pasevanekî wê fermandarê YPGê jî jiyana xwe ji dest daye.

YPGê derbarê operasyonê de ti daxuyanî nedaye û kuştina Gurbuz piştrast nekiriye.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ku ji aliyê serbazî ve navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) di bin kontrola wan de ye, derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, her li Eyn Îsayê di operasyoneke duyem de bi dronê şervanên YPGê hatine armanckirin û di encama êrîşê de 3 şervanan canê xwe ji dest dane.

Hatiye îdiakirin, operasyona duyem jî roja 16ê Îlonê û li ser agahiya ku ji depoyên Eyn Îsayê mûşekên Gradê tên derxistin, hatiye pêkanîn.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di êrîşê de ji bilî kuştina 3 şervanan, "du mûşekên Grad û cebilxaneyên din jî hatine jinavbirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x