Tirkiye Rojavayê Kurdistanê topbaran dike

Artêşa Tirkiyeyê herêmên Til Rifet, Şehba û Zirganê topbaran kirin.

20.10.2023, Cum - 12:32

Tirkiye Rojavayê Kurdistanê topbaran dike
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyeyê îro derdora bajarokê Til Rifetê, gundê Şealê yê navçeya Şehbayê û gundê Şewarxayê yê navçeya Şerayê ya Efrînê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, artêşa Tirkiyeyê îro serê sibehê ev herêm topbaran kirine.

Herwiha di encama topbaranan de zerera madî gehişt mal û milkên xelkê navçeyê.

Tirkiyeyê êvara çarşemê gundê Şewarxê yê navçeya Şerayê ya Efrînê topbaran kiribû.

Zirgan hat topbarankirin

Hêzên Tirkiyeyê bajarokê Zirganê yê Serê Kaniyê û 5 gundên wî bajarokî jî topbaran kirin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku van topbaranan jî îro serê sibehê rû daye.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, di van topbaranan de Zirgan û gundên Xedrawî, Mişêrfe, Rebîat, Esediye û Bûbiyê yên Zirganê hatine topbarankirin.

Ev herêm di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û di encaman van topbaranan de jî zererên madî gehiştine mal û milkên gundiyan.

Li aliyê din, artêşa Tirkiyeyê şav borî jî bajarokê Zirganê topbaran kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:13:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x