Tirkiyê taxeke bajarê Hesekê bombebaran kir: Birîndar hene

Droneke artêşa Tirkiyê taxeke bajarê Hesekê bombebaran kir û hejmarek kes birîndar bûne.

05.10.2023, Per - 08:00

Tirkiyê taxeke bajarê Hesekê bombebaran kir: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji ajansa K24ê re ragihand, droneke Tirkiyê îro danê sibê taxa Mişrifiyê ya bajarê Hesekê bombebaran kir û li gorî zanyariyê destpêkê, 3 kes birîndar bûne.

Duhî jî droneke Tirkiyeyê kargeheke qermîdan li bajarokê Sefiye ya ser bi Hesekê ve bombebaran kiribû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka îsal ve artêşa Tirkiyê 52 caran êrişên bi dronan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên cuda ên di bin kontrola HSDê de pêk anîne û di encamê de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x