Tirkiyeyê Eyn Îsa topbaran kir

Tirkiyeyê şeva borî Eyn Îsa topbaran kir, di topbaranê de kesek birîndar bû.

26.10.2023, Per - 08:25

Tirkiyeyê Eyn Îsa topbaran kir
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku hêzên Tirkiyeyê, gundewarê rojavayê nahiyeya Eyn Îsayê ya li bakurê parêzgeha Reqayê topbaran kir.

Di vê topbaranê de welatiyê bi navê Beşar Ehmed ê 26 salî birîndar bû.

Di heman êrişê de, sayloya li bakurê Eyn Îsayê, gundê Mişêrfayê yê li rojhilatê Eyn Îsayê û gundê Dendeniyeyê yê li bakurê Minbicê jî hatin topbarankirin.

Dîsa gundên Ilêmat, Cideydê û Seydayê di nav wan cihan de ne ku hatine topbarankirin.

Kareba qut bû

Li aliyê din, medyaya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber vê topbaranê li gelek gundên Girê Spiyê elektrîk hatiye birîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x