Artêşa Tirkiyeyê 4 gundên nahiyeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, Tirkiyeyê şeva borî gundên Dêr Cemal, Bênê, Aqîbê û Xirêbkê yên Şêrawayê topbaran kirin.
Heta niha li ser encamên êrişa Tirkiyeyê ti agahî nehatine bidestxistin.
Beriya topbaranê jî balafirên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li asmanên herêmê difiriyan.
6ê vê mehê jî droneke Tirkiyeyê li gundê Herbilê yê navçeya Şehbayê malek bombebaran kir û ziyanên madî gihiştin wê malê.