Tirkiyeyê êrişî Dêrikê kir: Fermandarekî canê xwe ji dest da

Tirkiyeyê bi dronan êrişî Dêrika Rojavayê Kurdistanê kir.

27.10.2023, Cum - 11:12

Tirkiyeyê êrişî Dêrikê kir: Fermandarekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyê xwecihî, di vê êrişê de kesekî bi navê Şiblî Şiblî canê xwe ji dest da ku fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.

Di heman êrişê de jinek û zarokek jî birîndar bûn û paşê zarokê birîndar canê xwe ji dest da.

Piştî ku Şiblî Şiblî bi malbata xwe re ji malê derketiye, Tirkiyeyê bi dronan êrişî wan kiriye.

Tirkiyeyê beriya niha jî hewl dabû ku Şiblî Şiblî bikuje lê ew ji êrişa Tirkiyeyê ya bi dronan sax filitîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x