Tirkiyeyê, Kobanî û Eyn Îsa topbaran kirin

Artêşa Tirkiyeyê îro serê sibehê gundên bakurê Kobaniyê û gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi awayekî dijwar topbaran kirin.

06.10.2023, Cum - 10:36

Tirkiyeyê, Kobanî û Eyn Îsa topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên xwecihî, demjimêr 01:00ê artêşa Tirkiyeyê, gundên Carqilî, Gultepe û Til Şiîrê yên Kobaniyê topbaran kirin.

Li aliyê rojhilat jî gundên Zormixar, Şiyûxa Jorîn û Baxdikê ketin ber wê topbaranê.

Li Eyn Îsayê jî gundên Mişêrfe, Ebû Netûne, Tirwaziye û Sakîroyê û seyrangeha El Saqirê bûn armanca êrişan.

Di derbarê zerer û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin û HSDyê jî ti daxuyanî nedane.

Herwiha li gorî agahiyan, her di heman demê de balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Malikiyeyê yê navçeya Şerayê ya Efrînê jî bombebaran kiriye.

Gundên bakur û rojavayê Minbicê jî bi heman awayî bi çekên giran hatine topbarankirin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x