Tirkiyeyê li Derikê akademiya asayîşê bombebaran kir: Gelek kesan canê xwe ji dest da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, şeva borî di bomberana li ser navendek wan a li Dêrikê, hejmarek endamên wan hatine kuştin û birîndarkirin.

09.10.2023, Pts - 06:16

Tirkiyeyê li Derikê akademiya asayîşê bombebaran kir: Gelek kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî 8’ê Cotmehê, firokeyeke şer a Tirkiyeyê navendek asayîşê ya li devera Koçerat a li Dêrikê bombebaran kir.”

Da zanîn jî, di encama êrîşê de hejmarek endamên wan hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Herwiha asayişê destnîşan kir jî, ew ê piştre agahiyên berfireh derbarê vê êrîşê de bi raya giştî re parve bike.

Her şeva borî jî, artêşa Tirkiyeyê kêlgehên petrolê yên Ode û Gir Dahol li Tirbesipiyê û kêlgeha Teqilbeqil û xaleke hêzên ewlehiyê li Dêrikê bombebaran kirin, bêyî ku ziyanên wan êrîşan bên zanîn.

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdstanê xwaribû.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî roja 4ê Cotmehê gefa aramckirina binesaziya Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Ew Ji bo hêzên me yên çekdar û îstîxbaratê, bûne armancên rewa.

Artêşa Tirkiyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û saziyên xizmetguzariyê, westgehên gaz û petrolê û xalên HSD û asayişê armanc digire. Di encamê de ziyanên canî û madî derketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x