“Em naxwazin dewriyeyên wan li cem me herin û em naxwazingel bitirsînin. Her careke ku dewriyên wan derbasdibin gel ditirse. Em dibêjin ev gefên Tirkiyê ku li ser me hene, xelk xinek ditirse.”
Li gundewarê bajarê Dibêsiya Rojavayê Kurdistanê, gerên Rûsî-Tirkî zêde tên kirin. Gerên Rûsî-Tirkî bi rêya zirixpoş û helîkopteran tên rêkxistin. Herwiha xelkê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji gerên Rûsî-Tirkî ne razî ne.
Gerên Rûsî-Tirkî ji gundên rojhilatê Dirbêsiyê wek Şîrik, Dellîkê, Selam Elêk, Dikokê, Qermanê, Çetelê destpê dikin, hevdem dadigerin gundên başûrê bajar wek Til Kidîşê, Xennamiyê, Ker Bettilî, Til Teyrê û Baba Mehmûd, piştre diçin gundên rojavayê bajar wek Til Êlûnê, Til Tişrîn , Ebû Ceradê heta Til Kermê. Xelkê navçeyê zêde ji van geran aciz in.
Xelkê gundê Ker Bettilî Hellac Şukur got “Em naxwazin dewriyeyên wan li cem me herin û em naxwazingel bitirsînin. Her careke ku dewriyên wan derbasdibin gel ditirse. Em dibêjin ev gefên Tirkiyê ku li ser me hene, xelk xinek ditirse.”
Di dema dawî de, piştî serokkomar û berpirsên Tirkiye gefên destpêkirina operasyoneke serbazî berfireh bo ser bakur û bakurê rojhilatê Sûriye zêde kirin, hevdem gerên hevbeş ên Rûsî-Tirkî jî li Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, vê yekê tirs û metirsiyeke zêde di nav xelkê de çê kiriye, di encam de tevgera kar û bazirganî jî sist bûye.”
Xelkê gundê Ker Bettilî Elaa Cume dibêje “Em jî nedizanin. Tirs gelek heye. Çandiniya xelkê, mûsima xelkê, malên xelkê, niha min dinyayek pere daye xelkê, em ditirsin bi şev û roj danakevim. Ez hesabê her tiştî dikim.”
Gerên serbazî Rûsî-Tirkî li Rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Soçî ya 22 Cotmeha 2019ê tên kirin, hêzên herdû welatên garantor di mehên dawî de heta niha 13 ger bi rêya 8 zirxpoşên hevbeş li gel du helîkopteran li gundewarê Dirbêsiyê kirine. Bi giştî heta niha nêzîka 165 gerên serbazî Rûsî-Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Ferat û Dicêle de hatine kirin, ji Kobanî bigir heta bigihê Dêrika Hemko.