Xwecihiya Efrînê ya ENKSê tawana kuştina ciwanekî Kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar dike

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê kuştina ciwanê Kurd ê 16 salî li bajarokê Cindirêsê bi tundî şermezar kir û bang li Îtîlaf û hikûmet demkî ya opozîsyonê dike ku hemû binpêkirinan li Efrînê bidawî bike û tawanbaran bigihîne cezayên wan yên dadperwerane.

14.03.2024, Per - 07:54

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê tawana kuştina ciwanekî Kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar dike
Nuçe Belav bike

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro 14ê Adara 2024an de di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi nêzîkbûna salvegera yekem a komkujiya hovane ya derheqê malbata Pêşmerg li Cindirêsê de, ku komeke çekdar di êvara Newroza 2023an de gule li xortên ku agirê Newrozê pêxistibûn reşandin û 4 xort ji wê malbatê şehîd kirin, tawaneke din a hovane li wî bajarokî hate kirin ku ciwanekî Kurd ê 16 salî li ser destê erebekî hawerde hate kuştin.”

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê amaje bi wê tawanê kir û da zanîn: “Roja 13ê Adarê erebê hawerde yê ji gundewarê Idlibê (Yamin Ehmed Îbrahîm) bi kêran ciwanekî Kurd ê 16 salî Ehmed Xalid Mamo kuşt û termê wî hate avêtin bîreke avê ya li ser rêya Til Silorê.”

Diyar kir jî, piştî tawanê, tawanbar xwe radestî Polîsa Leşkerî kir û termê ciwanê Kurd Ehmed Xalid Mamo şeva borî ji bîrê hate derxistin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê ev tawan bi tundî şermezar kir û bang li Em ji Hevbendiya Niştimanî (Îtîlaf) û Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyeyê kir ku bi rola xwe ya niştimanî di kontrolkirina aramî û ewlehiyê de, bidawîkirina hemû binpêkirinan, û sepandin û avakirina dadwerîyeke dadmend û bêalî ji bo cezakirina tawanbaran, pêk bîne.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku rola xwe ya siyasî, hiqûqî û exlaqî li hember van neheqî, zilm û binpêkirinên rabin. Herwiha bang li ​​Tirkiyeyê jî kir ku weke desthilata rasteqîne li herêmê li hember hemû binpêkirin û neheqiyên rû didin berpirsyariya xwe hilgire û helwesteke yekalîker li hember hemû binpêkirin û neheqiyên ku rû didin rabe, ta ku aramî û ewlehî li herêmê bicih bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:25:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x